AFRINPOST-Taybet
Li herêma Efrîna dagirkirî berî ku berên zeytûnan bigihêjin, dizên zeytûnan dest bi diziyê kirin. Ew li navçeya Bilbilê heta heba dawî ji darê rêş dikin.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku welatiyê Kurd Şêx Elî ji şêniyên gundê Xilalka dema ku çû nav zeviyê xwe yê zeytûnan li gundê Qestel Miqdad matmayî ma.
Zeviyê zeytûnan ê welatî Şêx Elî û du birayên wî ne. Hejmara darên zevî jî 480 dar e. Çekdaran bi giştî darên wî yên zeytûnan çinîn. Şêx Elî dibêje ku beriya hefteyekê ez hatim nav zeviyê xwe û her tişt wek xwe bû, lê belê piştî hefteykê bi giştî hat dizîn. Li gorî welatî derdora 15 çiwal zeytûn jê hatiye dizîn.
Li gundê Zarê jî, berhema zeytûnan a welatiyê Kurd bi navê Reşîd Mamo ku hejmara daran 240 bû bi giştî dizîn.
Zeytûnên welatî Sebrî Mihemed ji gundê Uga ku hejmara daran 140 bû bi giştî hat dizîn.