AFRINPOST-Taybet
600 çete ji milîsên Îslamî li Efrîna dagirkirî berê xwe dan Azerbeycanê da ku li kêleka artêşa Azerbeycanî li dijî artêşa Ermenî li herêma Qerebaxê yan Artsax şer bikin.
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ji çavkaniyeke nêzîkî sermilîsê “Sultan Mûrad” ê bi navê Ebû Hesen El-Tirkmenî ragihand ku 600 çekdar ji milîsên “Sultan Mûrad” beriya 5 rojan ji bajarê Efrînê bi rêya balafirxaneya “Gazî Entab” çûn Azerbeycanê.
Çavkaniyê ji sermilîs ragihand ku Tirkmenî bêtir diçin Azerbeycanê û ew şerê li dijî Ermenistanê tekoşîna ji bo xwedê û li dijî gawiran dibînin.
Tê zanîn ku dagirkeriya Tirkî ji bo şandina çekdaran bo şerê li Qerebaxê 2 nivîsgeh vekirine ku yek li dibistana Emîr Xûbarî û ya din jî li dibistana Ezhar Efrîn vekirine û çekdar bi hejmarên zêde berê xwe didin wan nivîsgehan da ku navên xwe tomar bikin.