AFRINPOST-Taybet
Çekdarên milîsên “El-Nuxbe” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn zeytûnên erdê welatiyekî Kurd talan kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn got ku çekdaran zeytûnên welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Seydo li gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta û tevî ku ew li gund bû, ji xwe re çinîn.
Dema welatî Mihemed Seydo çû ji çekdaran bipirse ku çima zeytûnên wî dizîn, çekdaran gotinên nebaş û pîs jê re gotin ku ji ber wê Mihemed bi xwîntîriya mejî ket û ew rakirin nexweşxaneyeke Tirkiyê û hêjî rewşa wî ne aram e.