AFRINPOST-Taybet
Di derheqê Kurdên li Efrînê mane de û bi taybet ciwanên Kurd û hin caran ên Ereb jî pêngavên binçavkirinê bi rengekî berfireh di bin serpereştiya istixbarata Tirkî û bi destê milîsên Ixwanî ve tên kirin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku istixbarata Tirkiyê duh roja înê 2’ê Cotmeha 2020’an welatî Ehmed Derwîş bin çav kir û ji malbata wî wek fidye 3000$ Amerîkî beramberî berdana wî xwestin. Derbarê çarenûsa wî de hêjî ti agahî nehatine bidestxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ehmed Derwîş ji şêniyên Idlibê ye û li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê ji bêtirî 25 salan ve dijî. Roja Pêncşemê 2’ê Cotmehê 2020 milîsên Feyleq El-Şam ên girêdayî dagirkeriya Tirk welatî Behrî Bazo(Baskî) ji bûyînên 1978’an, ji şêniyên navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê revand. Her wiha beramberî berdana wî fidyeyeke malî ji malbata wî xwest.
Tê zanîn ku milîsan hemleya binçavkirinê ya taxa pîşesaziyê li navçeya Cindirêsê dewam dike.
Li taxa pîşesaziyê ya bajarokê Cindirêsê bi xwe bêtirî 20 xortan piraniya wan xwediyên firoşgehan bûn hatin binçavkirin ku ew jî ev in;
- Nebî Ezîz Nebî
- Idrîs Ezîz Nebî
- Behrî Bazo(Baskê)
- Sebrî Reşîd ji gundê Remadiyê xwedî dikanek e.
- Mamoste Ehmed Derwîş ji pêkhateya Ereb ji navçeya Cindirêsê
Lê zêde 3 ciwanên din jî, ji pêkhateya Ereb ku navên wan nehatin naskirin jî hatin revandin.