Kalemêrekî Kurd ji çekdaran re: Divê berî birîna daran, hûn min serjê bikin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên ji milîsên “Siqûr El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn êrîşî kalemêrekî Kurd ji gundê Qizilbaşa kir û hewl dan wî ji nava zeviyê zeytûnan biqewtînin, lê belê kalemêr tevî zordestî û êrîşê li pêşiya wan sekinî.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku kalemêrê Kurd Xelîl Xilo bi giranî rastî lêdanê ji milîsên “Siqûr El-Şam” li gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê hat û wiha dewam kir;

Çekdarên milîsên “Siqûr El-Şam” beriya du rojan bi armanca birîna daran derbasî nava zeviyê welatî ku ji 300 dar e, bûn û hewl dan ku kalemêr ji nav biqewtînin.

Kalemêr di rûyê wan de qîriya û wiha got: Divê hûn serê min berî birîna daran jê bikin. Min temenê xwe di ber van daran de da û hûn ê jî bi hêsanî werin bibirin, li ba min her dareke zeytûnê bi qasî 100 kesên wek we ye.

Kalemêrê Kurd Xelîl Xilo got piştî perizîna xwedê, ez zeytûnan diperêsim.

Çekdaran jî gotin ku em birçî ne, ji me tê xwestin ku em daran bibirin, em ê heyanî meheke din li vir bimînin. Kalemêr li çekdaran vegerand û wiha got: “We ji bilî milk û keda me tiştekî din nedît ku hûn têr bibin.” Piştre dîsa çekdaran li wî da û gotinên pîs jê re gotin. Di wê demê de hejmareke şêniyên gund hatin û berî ku bigihînin nava erd, çekdar reviyan û şênî Xelîl rakirin mala wî.

Li herêma Efrîna dagirkirî êrîşkirina kalemêrên Kurd li nava zeviyan wan zêde û dubare dibin. Çekdaran gelek pîremêrên Kurd bi vî rengî kuştine û sûcên kuştinê bê hesab derbas bûne.

.

Related posts