Li deşta gundê Çûqê bi dehan ji darên zeytûnê hatin birîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn hefteya borî li deşta gundê Cûqê yê bi ser bajarê Efrînê ve bi dehan ji darên zeytûnê yên welatiyekî Kurd birîn.

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmê diyar kir ku milîsan bi dehan ji darên welatî Fewzî Şekîb ji şêniyên gundê Qêsim ê navçeya Raco birîn.

Nûçegihan da zanîn ku temenê daran 60 saliyê derbas dike.

Çekdarên milîsên Îslamî li herêma Efrîna dagirkirî bê navber darên zevî, erd û çiyayan dibirin. Daran dibirin, ji xwe re hem ji bo germkirin û hem jî bi bo firotinê dikin êzing. Her wiha debara jiyanê ya Kurdan tengav dikin da ku wan ji herêmê bidin koçberkirin û guhertina demografîk pêk bînin.

Related posts