AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku Milîsên dagirkeriya Tirkî roja Çarşemê piştî nîvro welatiyekî Kurd dema diçû nava erdê xwe li dorhêla navçeya Cindirêsê ya gundewarê Efrînê revand û birin cihekî nediyar.
Nûçegihan da zanîn ku welatiyê Kurd bi navê Ehmed Hiso Gul dema ku li nava erdê xwe dixebitî ji aliyê komeke çekdar ku nehatiye naskirin girêdayî kîjan milîsan in, hat revandin û wiha dewam kir;
Dema çekdaran Hiso Gul revand li wî da û telefona wî jê standin û birin cihekî nediyar. Niha çekdar li gel xwediyên wî beramberî berdana wî bi fidyeyên malî ketine peywendiyê.