Çekdarên milîsan bi armanca girtina sûdê ji hev alîkariya hev dikin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku yê bi navê “Neîm”, sermilîsê komeke çekdar ê “Cebha El-Şamiyê” 3000$ da milîsên “polîsên leşkerî” da ku çekdarekî ku beriya 20 rojan li ser rêya Cindirêsê êrîşî çekdarekî ji milîsên “polîsên sivîl” kiribû, berdin.

Çekdarê ku bi pereyan derket bi navê “Ebû Wail El-Xûtanî” ye.

Yê ji zîndanê derketiye ango “El-Xûtanî” beriya wê 4 firoşgehên bazirganiyê li ser rêya Cindirêsê desteser kiribûn, her wiha 2 firoşgeh li kolana Tilel jî desteser kirine.

Yê bi navê “Neîm” di warê kirîn û firotina erd û xaniyan de dixebite. Wî li ser rêya servîs li taxa Eşrefiyê hejmarek ji xanî û erdan deteser kirin û firotin niştedagîrekî, ku wan jî tê de pîşeyên wek Gomecî, firotina nanê tenure û firotina mazot û benzînê vekirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku di navbera “Neîm” û “El-Xûtanî” de komisyona firotin û kirîna tiştan heye. Wisa dema ku “Neîm” 3000$ ji bo berdana “El-Xûtanî” da, têkiliya ehbabçawîşî û hevdu feydekirinê xuya dibe.

Di çarçoveya desteserkirina mal û milkên Efrîniyan de, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarekî ji bajarokê Heyanê yê gundewarê Helebê yê bakur, berakiyek ê welatiyekî Kurd ji gundê Tillifê desteser kir. Berakî li sûka Hal a bajarê Efrînê dikeve. Tê payîn ku çekdar berakiyê veguherîne dikana pereguhêriyê û firotina pakêtên çixareyan.

Related posts