Dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn bê serûber Kurdan li Efrînê bin çav dikin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Raco ragihand ku dewriyeyeke hevbeş ji çekdarên istixbarata Tirkî û milîsên “polîsên leşkerî” roja Çarşemê 30’ê Îlonê, 2 welatiyên Kurd ji gundê Qêsim yê navçeyê bi bihaneya karê li gel saziyên Rêveberiya Xweser dixebitîn, bin çav kirin.

Nûçegihan bi bîr xist ku welatiyên binçavkirî ev in; Ehmed Henan Dîko 50 salî û Hesen Şêxo ne. Ew ji gundê wan bi bihaneya ku berê li gel komîna gund kar dikirin, hat binçavkirin.

Her wiha nûçegihan da zanîn ku istixbarata Tirkiyê beriya hefteyekê xortê Kurd Siyamend ji şêniyên gundê Eyn Hecerê yê navçeya Mabeta li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê bi tuhmeta tevlîbûna nava refên erka xwe parastinê ya Rêveberiya Xweser bin çav kir û birin cihekî nediyar. Xort Siyamend di karê asinkutiyê de dixebitî.

Di heman çarçoveyê de Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “polîsên leşkerî” beriya hefteyekê xort Kurd Ciwan Welîd Seydo ji mala wî li gundê Turindê bi tuhmeta tevlîbûna nava hêzên xweparastinê ya Rêveberiya Xweser bin çav kir.

Binçavkirina xortên Kurd di çarçoveya şantaja malî de tê ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê bê serûber şêniyên Kurd digirin.

Related posts