AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarekî milîsên “Cebha El-Şamiyê” ku li ser aboriya milîsan disekine, firoşgeheke amadekirina kade û paste pev alavên wê li ser rêya servîs ku ya welatiyê Kurd bi navê Mihemed Hesen ji şêniyên gundê Husê(Mîrkan) ye, bi 1700$ Amerîkî firot niştedagîrekî ji Xûtaya Rojhilat.
Nûçegihan destnîşan kir ku niştedagîrekî din ji parêzgeha Idlibê firoşgehek ku berê desteser kiribû bi 650$Amerîkî firot niştedagîrekî din ê Idlibî û firoşgeha desteserkirî ya firotî ya welatiya Kurd a jinebî bi navê Sebîhe ye. Jinebî Sebîhe bi navê “Um Mihemed” tê naskirin û ji şêniyên gundê Kurka yê navçeya Mabeta ye.
Di heman çarçoveyê de niştedagîrekî mala welatiyê Kurd “Ebû Delîl”(berê li nava şêniyên Efrînê bi sererastkarê çekan dihat naskirin) bi 1200$ Amerîkî firot niştedagîrekî ji şêniyên Xan Esel ê gundewarê Heleb ê rojava. Niştedagîrê ku mal kiriye, li gorî xwe mal dabeş kir û her beşek ji wê bi 700 $ Amerîkî firot.