AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” welatiyekî Kurd bi navê Reşîd ji şêniyên gundê Qermitliq ê navçeya Şiyê li bajarê Ezazê revand û beramberî berdana wî 3000$ dixwazin.
Derbarê bûyera revandina Reşîd nûçegihanê Afrinpostê wiha parve kir;
Welatî Reşîd karê bazirganiya petetan(kartol) dike û peywendiya wî li gel kesekî ji Ezazê hebû. Bi demê re nakokî ketin navbera wan. Yê Ezazî ji wî re peyamên deng şandin û gotinên pîs jê re gotin. Welatî Reşîd û hevsera xwe peyamên deng birin Ezazê da ku li gel milîsan li ser wî gilî vekin.
Piştî ku welatî ji Ezazê derket, milîsan ew li ser rêbenda yekemîn danîn û pev hevsera wî revandin. Milîsan ew û hevsera wî bi bihaneya ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikirin, revandin. Piştre hat zanîn ku kesê peyamên deng ji welatî re şandibûn bi xwe ji milîsên “Cebha El-Şamiyê” bû. Ji ber ku derbarê karê di navbera wan de li hev nekirin [ nakok’ derketin, tuhmeteke çêkirî aresteyî wî kir û revand.
Hevsera wî piştî du rojan ji revandinê da ku fidyeyê ji milîsan re dabîn bike, hat berdan.
Welatî Reşîd 42 salî ye, 3 zarokên wî yên keç hene û mala xwe li bajarê Efrînê li taxa Eşrefiyê ye.