AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrîna dagirkirî ragihand ku yên bi navê “Ceyş El-Hur” bi hejmarên zêde navên xwe ji bo çûna Azerbeycanê ku li dijî Ermenistanê şer bikin, tomar dikin.
Nûçegihan bi bîr xist ku komeke nû ji 40 çekdarî yên milîsên “51” derbasî Erdê Tirkiyê bûn da ku ji wir biçin Azerbeycanê û li dijî hêzên Ermenî şer bikin.
Malpereke bi ser qaşo “opozisyona Sûrî” ve, di 22’ê Îlonê(Rezber) de li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî ji nava milîsên Ixwanî da zanîn ku istixbarata Tirkî ferman li wan kir ku xwe ji bo çûna şerê Azerbeycanê li dijî Ermenistanê amade bikin ku dagirkeriya Tirk wê mehane 2000$ û bi girêbesta 3 mehan bide wan.
Çavkaniya leşkerî wiha dewam dike; rewş wek çawa li Lîbya ye, sermilîs 500$ an bêtir ji mûçeyên çekdarên xwe dibin û ji wan re dibêjin ku mûçe wê bi pereyên Tirkî bin û li gorî nirxê banka navendî ya Tirkî wê werin hesibandin. Helbet ev yek jî bi rêya istixbarata Tirkî tê kirin ku pereyên zêde ji milîsan bidizin.
Di rewşa heyî de ferman bi amadekirina 1500 çete ji milîsên “Firqeya Sultan Mûrad”, “Firqeya El-Hemze” û “Feyleq El-Şam” hatiye.