Milîsên “Sultan Mûrad” 3 makîneyên tetrîzê desteser kirin û wekîlê wê jî revand

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrîna dagirkirî her tiştê ku bi ber çavên wan dikeve didizin û talan dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” 3 makîneyên tetrîzê yên welatiyê bi navê Semîr Roz ku cilûbergên Roz ên amade berhem dike, ji dikana wî ya li ser rêya Qos desteser kirin.

Nûçegihan bi bîr xist ku milîsan bi bihaneya ku makîne yên Rêveberiya Xweser in, desteser kirin.

Tê zanîn ku di dema Rêveberiya Xweser de li herêma Efrînê bêtirî 500 berhemkarên cilûbergên amade hebûn û ew hemû jî bi serê xwe dixebitîn û ti têkiliyên wan bi Rêveberiyê re tune bûn. Wan berhemên xwe li ser bi hezaran ji kargehên dirûtinê belav dikirin ku êdî Efrîn bûbû navendeke pîşesazî ya girîng li ser asta Sûriyê.

Related posts