AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Mabeta ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî 27’ê Îlonê(rezber) 4 welatiyên Kurd ji navçeyê revandin û heta niha çarenûsa wan nediyar e.
Nûçegihan navên revandiyan belge kirin ku ew jî wiha ne; 1- Ferhan Qelender 2-Şukrî Coco 3- Henan Bekir 4- Elî Gulko
Her ku diçe revandina Kurdan li herêma Efrîna dagirkirî zêde dibe ku tenê di meha Tebaxê de 114 welatiyên Kurd bi belge hatin revandin lê zêde ku bi dehan ji welatiyan li pêş çavên xelkê dihatin revandin û ti kesî nikarî tiştek bikira.
Li navçeya Mabeta roja 11 û 13’ê Rezberê pêngavên revandinê pêk hatin. Wê çaxê nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” 3 welatiyên Kurd bi bihaneya ku berê peywendiya li gel Rêveberiya Xweser hebû revandin ku navên wan jî wiha ne;
- Îbrahîm Xencer
- Îsmet Xoce
- Ehmed Mişko
Milîsan ew revandin û birin cihekî nediyar ku heta niha hêjî çarenûsa wan nediyar e.