AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li gundê Şêxûtka rê li ber jineke Kurd girtin û nehiştin biçe nava erdê xwe yê zeytûnan û hevserê wê jî revand.
Milîsan beriya wê ji wan belgeyên xwedîtiya erd xwestibû!
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Mabetayê ragihand ku milîsên “Ceyş El-Nuxbe” ku gundên navçeya dagir kirine, nehiştin ku beriya du hefteyan jineke Kurd biçe nava erdê xwe yê zeytûnan. Malpera Afrinpostê ji bo ewlehiya xwediya erd ango wê jinê navê wê bi bîr naxe).
Li gorî nûçegihan erd li gundê Şêxûtka û ji 2200 dar ê bavê wê yê koçber e û wiha dewam kir; çekdarên milîsan bi bihaneya ku li gel jinê belgeyên xwedîtiya erd nîn bûn, û tevî ku şêniyên gund bi giştî dizanin ku erd ê wan e, qedexe kirin ku biçe nava erdê xwe.
Çekdaran tenê bi wê nekir her wiha hevserê wê bi navê (M.R) jî ku pê re ji bajarê Efrînê heta bajarê Efrînê hat gund revand û jina wî bi tenê vegerand bajarê Efrînê. Heta niha hevserê wê revandî ye û çarenûsa wî jî nediyar e.