AFRINPOST-Taybet
Komîteya dadkirina navdewletî ya serpereştiya festîvala Lêlûn a sînema ya navdewletî dikir ku li kampên koçberên Efrînê li herêmên Şehbayê li dar ket, filmên serkeftî xelat kirin.
Beşdaran bi filmên xwe piştgirî dan berxwedana şêniyên Efrînê û hêvî kirin ku festîvala Lêlûn a bê li Efrîna rizgarkirî be.
Li aliyê din endamên komîteya amadekar a festîvala Lêlûnê şêniyên Efrînê û Rêveberiya Xweser ku destek da wan û pê re festîval bi rêxistin kirin, spas kirin.
Endamên komîteyê teqez kirin ku ne ji berxwedana şêniyên Efrîna bûya, wê festîval bi ser neketa.
Festîval bi beşdariya komîteya dadkirina navdewletî ya festîvala Lêlûn bi rêya înternetê û wê jî heyraniya xwe ya mezin bi festîvalê re nîşan da û her kesê li ser birêxistinkirina vê festîvalê sekinî ye, spas kir û rasterast navên filmên ku bi ser ketine ragihandin.
Komîte bû heyranê filmê derhênera ji Efrînê ku di nava şert û mercên zehmet ên koçberî û kêmderfetan de, ew film amade kir û navê film jî “ber bi rojê ve” bû ku li ser wî xelateke taybet ji bo jinê wek baştirîn derhênerî hat dayîn.
Derbarê festîvalê de endamê komîteya amadekar a festîvalê Cangîn Ebdo ji Afrinpostê re axivî û wiha got: “ Hizir û amadekariya me ji festîvalê re ji beriya 6 mehan ve dest pê kir, niha em di roja dawî ya festîvalê de ne, me pêşbîn nedikir ku ew qas festîval bi ser bikeve û encamên bi vî rengî bigire.
Festîval bi gerandina komên govendê li ser dika festîvalê û bi coşa şênî û beşdaran bi dawî bû.