Dagirkeriya Tirkî bi dehan ji çeteyên xwe dişîne Lîbya…milîsên wan çekdaran nas bike!

AFRINPOST-Taybet

Roja Înê komeke çeteyên Ixwan Mislimîn piştî bidawîbûna girêbesta wan ji Lîbya gihîştin Efrînê her wiha komeke din a çeteyan ji Efrînê derbasî Tirkiyê bûn ku ji wir wê derbasî Lîbya bibin.

Nûçegihanê Afrinpostê îro ragihand ku hejmareke ji çekdarên koma “El-Oso” ji Lîbya hatin her wiha komeke din a çeteyan amadekariyên xwe ji bo çûna Lîbya bi dawî kir û seat 6’ê sibehê ji navenda xwe li kêleka sûka “El-Hal” a bajarê Efrînê derket û berê xwe da Tirkiyê.

Li gorî nûçegihan hejmara wan gihîşt 42 çeteyan û ew jî ji koma “El-Oso” yên milîsên “Cebha El-Şamiyê” ne û 15 çete jî ji milîsên “Lîwa El-Şemal” in, vê sibehê çûn bajarê Ezazê û wê ji wir derbasî Tirkiyê bibin ku piştre biçin Lîbya.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan 7’ê Îlona 2020’an bi bîr xist ku wê derdora 450 çeteyên Sûrî piştî bidawîbûna girêbestên wan vegerîn Efrînê.

Related posts