AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn jineke Kurd ji gundê Kora yê navçeya Cindirêsê revand û birin cihekî nediyar.
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên Ixwanî welatiyeke Kurd bi navê Ofê Seydo 55 salî, dema diçû mala xwe li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrîên li ser rê revand û birin cihekî nediyar.
Hemwextî wê milîsên polîsên leşkerî 2 welatiyên din jî bi navê Reşîd Xorşîd 32 salî û Dîdar Xorşîd 34 salî ji şêniyên gundê Kora bi bihaneya peywendiya wan li gel Rêveberiy Xweser, roja Pêncşemê 10’ê Îlonê revandin. Her wiha otomobîleke taybet û hinek pere û çend telefon mobîl ji endamên malbatê standin û hêjî çarenûsa kesên revandî ne diyar e.
Li herêma Efrîna dagirkirî hêjî binçavkirin û revandin derheqê Kurdan çi zarok û jin û çi jî temenmezin li Efrînê bi bihaneyên çêkirî û nerast dewam dikin. Meha Tebaxê hejmareke mezin ji welatiyan Kurd ku gihîşt 118 kesan hatin revandin û binçavkirin.