Keçek ji gundê Qêsim û xortek jî ji Cindirêsê hatin revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Înê keçeke Kurd bi navê Meryem Evdik Şêxo ji şêniyên gundê Qêsim ê navçeya Raco revand û hêjî çarenûsa wî nediyar e.

Girêdayî heman çarçoveyê, milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” 16’ê Îlonê, xortekî Kurd bi navê Mûrad Ebid El-Ruhman Reşîd ê 25 salî ji şêniyên navçeya Cindirêsê revand û hêjî çarenûsa wî nediyar e.

Milîsên îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn revandina Kurdan li herêma Efrîna dagirkirî bi armanca bidestxistina pereyan ji xwe re kirine jêdera debara jiyanê.

Her wiha dixwazin bi vî rengî Kurdên li herêmê mayî, bidin koçberkirin.

Related posts