Desteya Yasayî ya Kurdî: Rapora komîteya lêpirsînê ya NY ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û milîsên wê girîng e

AFRINPOST-Taybet

Yek ji rêveberiya Desteya Yasayî ya Kurdî, parêzer Hisên Naso ji Afrinpostê re axivî û rapora komîteya lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê Sûriyê de ku 14’ê Îlonê 2020 hat parvekirin bi giştî nirxand.

Hisên Naso got ku rapor bi gelemperî baş e û gelekî ji rêgezên pîşeyî re nêzîk e. Ev rapor ji yên din vediqete ku bi rengekî zelal dewleta Tirk bi berpirsyartiya sûcên ku çekdarên Îslamî li Efrîna dagirkirî derheqê sivîlan de dike, tawanbar dike.

Derbarê girîngî û bandora raporê jî got ku rapor encama komîteyê ji komkirina delîlan û guhdarkirina dîtbar û şahidan e her wiha encama lênihartina li raporên rêxistinên hiqûqî ye û tevî hebûna hinek têbîniyan wê derbasî Meclisa Mafên Mirovan bikin.

Parêzer Hisên Naso got ku em dikarin bibêjin ku ev rapor cudatirî yên din e ku Tirkiyê wek dagirkerî û pêkanîna sûcên derheqê sivîlan de bi nav dike û bi taybet di benda 67-68-69 ku bal kişand ser Tirkiyê weke dewleteke dagirker bi erk û peywirên xwe yên qanûnî û li gorî peywirên dewleta dagirker di her çar peymanên Cinêvê de li herêmên ku dagir kirine, ranabe.

Parêzer Hisên Naso di dawiya axaftina xwe de got ku ev rapor pir girîng e û ne tenê ji bo arşîfkirinê ye, ew ê weke delîlekî qanûnî û pêbawer di dadgehên navdewletî de li dijî Tirkiyê û milîsên wê yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Hur” were bikaranîn.

Related posts