Binçavkirin û revandina Kurdan li Efrînê bi armanca koçberkirina wan didome

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Pêncşemê welatî Mihemed Bazo ku li navçeya Cindirêsê di meclisa xwecihî de qaşo berpirsyarê tenduristiyê ye, bin çav kir.

Binçavkirina Bazo di çarçoveya pêngava ku di 9’ê Îlonê de dest pê kiriye de tê.

9’ê Îlonê serokê meclisa xwecihî yê dagirkeriya Tirkî Subhî Riziq û derdora 10 kesên din ên nêzîkî wî hatin binçavkirin û milîsan ew radestî istixbarata Tirkî kirin.

Her wiha milîsên “Lîwa El-Şemal” roja Çarşemê 3 welatiyên Kurd ji şêniyên gundê Gobekê yê Mabetayê bi bihaneya peywendiya li gel Rêveberiya Xweser bin çav kirin û radestî milîsên “polîsên leşkerî” li navçeyê kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku yên binçavkirî ev in;

  • Edhem Hemo
  • Mihemed Resûl Mistefa
  • Basil Ebid El-Ruhman Mistefa

Li heman navçeyê, li gundê Birîmce 15’ê Îlonê, 5 welatiyên Kurd ji aliyê çekdarên milîsên “polîsên leşkerî” û milîsên “Lîwa Mihemed El-Fatih” ve hatin binçavkirin û ew jî ev in;

  • Fayêq Sebrî Mûsa
  • Mihemed Henan Mûsa
  • Welîd Mistefa Mûsa
  • Xelîl Mihemed Osman
  • Mistefa Mihemed Seydo

Ew her 5 welatî berê jî hatibûn binçavkirin û di bin navê garantiya darayî de li beramberî 500 heyanî 1000 lîreyên tirkî hatin berdan.

Related posts