Çawa çekdarên Ixwan Mislimîn tola xwe ji folklora Kurdî hilanî? …şikandina tenbûrê

AFRINPOST-Taybet

18’ê Adarê sala 2018’an dema dagirkirina Efrînê bûyereke ne ji rêzê rû da. Kesekî pêşbîn nedikir ku pêk were, lê belê tiştên wiha ji çekdarên Ixwan Mislimîn ne dûr in.

18’ê Adarê çekdarên milîsên Îslamî û artêşa dagirkeriya Tirk fermî navenda herêma Efrînê dagir kir.

Yên ku bi navê “Ceyş El-Hur” naskirî ne, di wê rojê de her tiştê ku bi ber çavên wan ket dizî û talan kir. Lê zêde wek tolhildan her sembol û nîşaneyên Kurd wek peykerê Kawayê Hesinkar şikandin û wêran kirin. Yek ji nîşaneyên folklora Efrînî  û Kurdî tembûr e. Dema çekdar derbasî bajarê Efrînê bûn, her tembûr û amûrên muzîkê yên ku bi ber çavên wan diketin, dişikandin.

Ji ber ku tembûr folklora Kurdan e, çekdarên Ixwanî heta tola xwe ji vê amûrê hilanî.

Çavkaniyekê ji Efrînê ji nûçegihanê Afrinpostê re ragihand ku çekdaran bi zanabûn û mebest û da ku wan biçûk bikin û heqaretê li wan bikin, li pêşiya çavên wan tembûr dişikandin.

Çavkaniyê da zanîn ku dema çekdaran ketin salona çêkirina por ya xwîşka wî, çavên wan li tembûra xwîşka wê ketin. Çekdaran rahiştin tembûrê û li kolanê şikandin.

Çavkaniyê ji devê pîremêrên ku ew kêlî jiyane da zanîn ku çekdaran heman tişt li gundê Qude yê Raco, gundê Kotana yê Bilbilê û Yalanqûzê yê Cindirêsê jî pêk anîn.

Amûra tembûrê yek ji amûrên muzîkê yên girîng û sereke ya çanda Kurdî ye. Li Efrînê gelek peymangehên muzîkê hebûn, wek peymangeha Ariya û Adîk û yên din hebûn ku piştî dagirkeriyê hemû hatin girtin.

Çavkaniyê got ku milîs her kesê ku dixwaze hînî tembûrê bibe tengav dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir; Em li vir komeke jin û keç in, li malekê li hev dicivin û mamoste me hînî lêdana temûrê dike û ti carî em dest ji folklora xwe bernadin.

Related posts