AFRINPOST-Taybet
Dewleta Tirk a dagirker ne tenê herêma Efrînê dagir kiriye û şêniyan tengav dike, her wiha dixwaze mejiyan jî dagir bike û çanda herêma biguherîne lê zêde hişmendiya tundraw di bin navê hînkirin û avakirina mizgeftan belav bike.
Bi şopandina malper û medyayên civakî yên çekdarên milîsên Îslamî û niştedagîran re, xuya dibe ku dagirkeriya Tirkî di avakirina mizgeftan de berdewam e.
Li vê dawiyê li ser medyaya sosyal hat dîtin ku çekdarên Ixwanî li gundê Îkîdamê yê navçeya Şera dest bi avakirina mizgeftekê kirine.
Di nûçeya avakirina mizgeftê de hatiye diyarkirin ku proje di pêvajoya projeya Nûr El-Huda ya avakirina mizgeftan de tê.
Avakirina mizgeftê bi bihaneya ku li herêmê mizgeft nînin de tê û li ser pankartekê hat ragihandin. Tê zanîn ku li wê herêmê ti mizgeft nîne û serjimara herêmî bêtirî 600 ye. Proje bi serpereştiya komeleya “El-Eyş Bî kerame – Filistîn 48” e, û komeleya “Beya Eller” ango destên Spî projê pêk tîne.
Tê zanîn ku ji dema artêşa Tirk a dagirker û çekdarên wê yên Ixwanî herêma Efrînê dagir kirine, komele û rêxistinên Ixwanî bi serbestî û bi hejmareke zêde li Efrînê kar dikin. Her wiha saziyên Tirkî wek Weqfa Dînî ya Tirkî û Komeleya IHH a hawarçûnê li gel wan bi armanca zêdekirina navendên tundrawiyê kordîne dikin.