4 çekdaran li zîndaneke jinan a Cerablusê destdirêjî li girtiyeke Kurd kirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku hinek çekdarên milîsên polîsên leşkerî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li zîndaneke jinan a li bajarê Cerablusê destdirêjî li jineke Kurd kirin.

Jina Kurd di zîndana bajarê Cerablusê de ji çend salan ve girtî ye.

Nûçegihan diyar kir ku sûcê destdirêjiyê 31’ê Tebaxê pêk hat û navê sûcdaran jî wiha ne;

  • Mehmûd Remedan
  • Ebû Fîras
  • Xalid Cuma
  • Ebû Yasir

Van her çar çekdaran bi alîkariya jinekê ku ew jî çekdareke milîsên “polîsên leşkerî” ye û bi navê “Um Xalid” e destdirêjî li jina Kurd di zîndanê de kir.

Nûçegihan destnîşan kir ku ya bi navê Um Xalid deriyê zîndanê li pêşiya çekdaran vekir da ku destdirêjiyê lê bikin.

Malpera Afrinpostê nikarî ne navê jinê û ne jî ji kîjan bajarî ye, nas bike.

Related posts