Bi wêne…komeleyeke xêrxwazî ya Qeterî-Tirkî li navçeya Mabetayê niştedagîrgehekê ava dike

AFRINPOST-Taybet

Werşeyên teknîkî yên dagirkeriya Trkî biserîkirina avakirina kampeke mezin li navçeya Mabetayê dewam dikin.

Avakirina vê kampê di çarçoveya pêşwazîkirina hejmareke mezin ji niştedagîran re û biserîkirina guhertina demografîk li Efrînê de tê.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê navçeyê ragihand ku avakirina kampa niştedagiriyê hêjî dewam dike. Komeleya Beyan a Qeterî-Tirkî ya Ixwanî lêçûnên wê girtiye ser xwe. Kamp li qada ku cejnên Newrozê lê dihatin lidarxistin bi rûpîvana 1 KM û li nêzîkî gundê Avrazê tê avakirin.

Nûçegihan teqez kirk u werşeyên teknîkî dûzkirina erdê û xendeqên kanalîzasyonê bi serî kirin û serşokên amadekirî anîn cihê kampê, lê belê nayê zanîn ku wê konan vegirin û odeyên amadekirî bînin.

Navenda Kurdî ya lêkolîn û şêwirên qanûnî bi navê “Yasa” li gel rêxistina Sîzfayer a Birîtanî ya mafên Mirovan li dawiya T’rmeha borî bi navê “Çandina tevliheviyê: Efrîn piştî operasyona Şaxê Zeytûnê”

belav kir û diyar kir ku demografiya herêmê hatiye guhertin.

Related posts