Li Mabetayê pêngava binçavkirina karmendên Kurd ên meclisa xwecihî ya dagirkeriyê

AFRINPOST-Taybet

Istixbara dagirkeriya Tirkî roja Yekşemê 13’ê Îlonê, hejmeke welatiyên Kurd ji şêniyên navçeya Mabetayê bi bihaneya ku berê danûstandina wan li gel Rêveberiya Xweser hebû û bi armanca bidestxistina pereyan bin çav kirin û birin navenda xwe û ew jî ev in;

  • Îmad Hisên Xencer ( karmendê meclisa xwecihî)
  • Ibrahîm Sidqî (Karkerê şaredariyê yê meclisa xwecihî)
  • Şukrî Hesen Hemoto( karmendê veguhastinê ya meclisa xwecihî)
  • Izet ji şêniyên gundê Mîrkan, ew cigîrê rêveberê hînkirin û perwerdeyê ya meclisa xwecihî ya navçeyê. Piştî çend seatan ji revandina wî, hat berdan û her sê welatiyên din jî heta niha girtî û derbarê çarenûsa wan de ti agahî nîne.

Milîsên “polîsên leşkerî” roja Çarşemê 9’ê Îlonê bi otomobîleke leşkerî ya Tirkî pev çekdarên “Ehrar El-Şerqiyê” bi ser hejmareke malên şêniyên gundê Qêsim ê navçeya Raco de girt. Milîsan bi bihaneya peywendiya li gel Rêveberiya Xweser û bi destxistina pereyan 2 welatiyên Kurd gund girtin. Piştre birin Efrînê da ku derxin pêşiya dadgehê û bacê di bin navê belgeya garantiyê de beramberî berdana wan li ser wan bisepînin û navên her du welatiyan jî wiha ne;

  • Egîd Şêxo Şêxo
  • Celal Mihemed Şêxo

Related posts