AFRINPOST-Taybet
Niştedagîrekî li Efrînê kiryarên desthilatên Tirkî û çekdarên wê yên Îslamî derbarê diziya lebatên mirovan û piştî axaftineke tûj di navbera wî û kadroyê nexweşxaneyê de derket, aşkere kir.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku niştedagîrekî ji Xûtaya Şamê bi navê Ebû Tîfor kurê xwe yê nexweş roja Çarşemê derbasbûyî 9’ê Îlonê ji bo dermankirinê bir nexweşxaneya leşkerî û wiha dewam kir;
Li nexweşxaneyê kadroyê tenduristiyê bi bihaneya ku dibe ku bav bi korona ketibe, rê nedan ku derbasî nexweşxaneyê bibin. Lê belê bavê kurê nexweş razî nebû û got ku eger hûn min derbasî nexweşxaneyê nekin, kurê min vegerînin.
Nûçegihan da zanîn ku kadroyê nexweşxaneyê yê ku ji aliyê dagirkeriya Tirkî vet ê birêvebirin, razî nebû û dengê xwe li ser kadroyê nexweşxaneyê bilind kir û wiha got; Kurê min vegerînin , ez ê bikujim û lebatên wî bidim we.
Bavê xortê nexweş li qada nexweşxaneyê sekinî û wiha got: berî çend rojan kurê birayê min nexweş bû, ew rakirin nexweşxaneya Tirkiyê û piştre laş wî bê lebat ji me re vegerandin û wiha nûçegihan dewam dike;
Niştedagîr bi dengê xwe yê bilind kiryarên nexweşxaneyên Tirkî aşkere dikir, çekdarên milîsan bi lez û bez ji wî xwestin ku bê deng be û piştre kurê wî jê re vegerandin.