Sermilîs “Ebû Emşe” 7 firoşgehên bazirganiyê yên din li Şiyê desteser kirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku yê bi navê “Mihemed El-Casim” bi nasnav “Ebû Emşe” ku li ser milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah”/El-Emşat/ disekine, 7 firoşgehên bazirganiyê yên şêniyên Kurd li navçeyê desteser kirin.

Firoşgehên ku hatine desteserkirin li qada kaniya Şiyê dikevin û ew jî yên van şêniyan in;

  • Izet Kemal Bekir
  • Mihemed Mistefa Kelo(ker û lal)
  • Mihemed Xelîl Şêxo(Hec Kevno, xwedî 2 dikanên bazirganiyê ne)
  • Ednan Mihemed Elûş(Mehmedik)
  • Emîn Dilî Hisên( Hec Durdîk, xwedî 2 firoşgehên bazirganiyê ye)

Piştî ku firoşgeh hatin desteserkirin, dîwarên di navbera wan de hatin rakirin da ku bi hev re bibin yek.

Piştre dest bi sererastkirina wan li gorî ku tê xwestin, kirin da ku wan hemûyan bikin Sûper Marketeke mezin bi navê “super market Emşe” ku wê tê de madeyên xwarin û vexwarinê, şîr, pêkhateyên mast, paqijî û amûrên malan werin firotin.

Yê bi navê “Ebû Emşe” derheqê şêniyên navçeyê de tiştê mayî û nemayî kiriye ji destdirêjî, dizî û talanî, desteserkirin, revandin û sepandina bacan.

Related posts