Dagirkeriya Tirkî pereguhêrek li Cindirêsê bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Cindirêsê ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Çarşemê 9’ê Îlonê, şêniyekî Kurd bi navê Dilgeş Cemîl Hemo ji dikana wî ya pereguhêriyê bê sedem bin çav kir û ew bir cihekî nediyar.

Binçavkirina şênî Dilgeş piştî binçavkirina serokê meclisa xwecihî ya bajarokê Cindirêsê bi navê Subhî Riziq (40 salî) pêk hat.

Çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku milîsan bi ser avaniya meclisê de girt, serokê meclisê bi bihaneya ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikir, bin çav kir û radestî istixbarata Tirkî kir.

Çavkaniyan dan zanîn ku milîsan di piştre hinek pereguhêrên ku li bajarokê dixebitin jî bin çav kirin. Lê belê ew kesên binçavkirî heta niha nehatine zanîn.

Related posts