Bi wêne: dagirkeriya Tirkî girekî şûnwarî li Şêrawayê veguherand baregeke leşkerî

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî di wêrankirina cih û şûnwarên dîrokî de berdewam e.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dagirkeriya Tirkî girê li nêzîkî gundê Celemê kolan, ax rakêş kir û bi erdê re dûz kir û wiha dewam kir;

Dagirkeriyê bi maşîneyên mezin û giran axa gir rakêş kir da ku veguherîne baregeheke leşkerî bêyî ku nirxên dîrokî di ber çavan re bigirin.

Hemwextî prosesên guhertina demografîk û paqijkirina etnîkî wêrankirina gir û şûnwarên dîrokî yên herêmê dewam dike.

Armanc ji xerabkirina deverên dîrokî ew e ku nasnameya herêmê wenda bikin û dîroka wê berevajî bikin.

Related posts