Du jinên niştedagîr li Efrînê bi bihaneya destdirêjiyê 100 hezar ji welatiyekî Ereb standin

AFRINPOST-Taybet

Li Efrîna dagirkirî ne tenê çekdarên milîsên dagirkeriyê û Ixwan Mislimîn şêniyên Kurd dixapînin, jinên niştedagîr jî heman karî dikin. Lê belê şêwazê wan cuda ye ku ew destdirêjiyê li ser xwe angaşt dikin û li beramberî wê tewîzê dixwazin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku dema welatiyekî Ereb bi navê Mihemed Casim ji şêniyên Efrînê û ji eşreya Bobena ye, ji ser karê yê li karkegeha li ser rêya Efrîn-Heleb dihat, li nêzîkî rêbendekê du jinan ew sekinand û jê alîkariya mirovî xwestin û wiha dewam kir;

Her du jinên niştedagîr ji welatî Mihemed Casim xwestin ku wan li ser rêya xwe bigihîne cihekî nêzîkî hola Jîn a şahiyan a li kêleka geraja Efrînê. Piştî ku ew gihandin wî cihî ji otomobîlê daneketin û ji wî beramberî ku neqêrin û xelkê bi angaşta ku welatî destdirêjî li wan kiriye, li wî kom nekin, pere xwestin.

Welatî nas kir ku ew ket xefika her jinan ango wan ew ji bo bidestxistina pereyan xapand. Piştre 100000 lîreyên Sûrî da her du jinên niştedagîr heta ku ji otomobîlê daketin.

Li herêma Efrîna dagirkirî niştedagîrên jin şerefa xwe kirine navgîna bidestxistina pereyan. Hemwextî karên bi vî rengî kerxane jî li herêmê zêde bûne ku Afrinpost 12’ê Tîmehê raporek parve kiribû û diyar kir ku 37 kerxane li Efrînê di bin serpereştiya sermilîsan de hatine vekirin.

Related posts