Binçavkirina Ehmed Rehal li ser daxwaza ajanên dagirkeriya Tirkî pêk hat

AFRINPOST-Taybet

Şîrovekarê siyasî Elî Emî El-Suweyd ku ji parêzgeha Idlibê ye û li Kuweytê dijî, derbarê binçavkirina serbazê ji rêjîma Sûrî veqetiyayî Ehmed Rehal ji Afrinpostê re axivî.

Şîrovekar Elî da zanîn ku binçavkirina Ehmed Rehal li gorî zagonên navdewletî sûcek e û di bin sîwanê sûcên çewsandina nêrîna azad de tê. Her wiha di encama aşkerekirina kiryarên milîsên Erdogan li herêmên dagirkirî de hat.

El-Suweyd ji malpera Afrinpostê re diyar kir ku çekdarên milîsên Ixwanî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî” naskirî ne, eynî wek rêjîma Sûrî ne ku tiştekî Idîa dikin û tiştên berevajî wê li ser erdê pêk tînin û wiha dewam kir;

Ji ber ku serbaz Ehmed Rehal xiyaneta wan ji doza Sûrî re û berjewendiyên wan ên takekesî ji pişt qaşo şoreşê û şerê li dijî rêjîma Sûrî li ser ekranan aşkere kirin, li ser daxwaza wan kesan hat binçavkirin û bi tawana komploya li dijî Tirkiyê hat binçavkirin.

Ajanên Erdogan derketina E-Rehal li ser kenala ANT Kurdistan xistin bin berjewendiya xwe û gotin ku ew li dijî Tirkiyê ye. Piştre bi sibehê ji ber ku li ser wê kenalê derket, hat binçavkirin.

Ehmed Rehal li ser ekrana ANT Kurdistan kiryarên milîsan û bi taybet ên sermilîs Ebû Emşe ji dizî, kuştin, talanî, deteserkirina mal milkên şêniyên Efrînê û her wekî din aşkere kir û wiha got: “Divê Ebû Emşe bazirganekî sûka dizan be û ne serçekdar be û wiha dewam kir;

Xuya ye ku rêjîma Sûrî û rêjîma Tirkiyê li ser dijminahiya ji Rêveberiya Xweser re li hev kirine.

Piştî vê tevlîbûna serbazê veqetiyayê Ehmed El-Rehal li ser ekranekî Kurd, ajanên Erdogan ew dan binçavkirin.

Related posts