AFRINPOST-Taybet
Milîsên “polîsên leşkerî” sibeha Çarşemê yê bi navê “Subhî Riziq” serokê meclisa xwecihî li bajarokê Cindirêsê bin çav kir.
Çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku milîsan bi ser meclisa xwecihî ya bajarokê Cindirêsê de girt û yê bi navê “Subhî Riziq” bin çav kir û bir cihekî nediyar. Piştre ew radestî istixbarata Tirkî bi bihaneya ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikir, kir.
Her wiha hejmarek ji pereguhêran jî bi heman bihaneyê li bajêr girt lê belê çavkaniyên malperê ew nas nekirin.