AFRINPOST-Taybet
Li gundê Qijûma yê navçeya Cindirêsê di navbera çekdarên ji bajarokê Daret Izê yê li gundewarê Helebê yê Rojava û milîsên “Ceyş El-Îsam” ên ji gundewarê Şamê şer derket û di encamê de 3 çekdar birîndar bûn.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku roja Yekşemê 6’ê Îlonê li gundê Qijûma yê navçeyê di daweta niştedagîrekî li gund pevçûn bi çekên sivik di navbera milîsan derket ku di encamê de 3 çekdar ji Daret Izê birîndar bûn.
Çekdarên Daret Izê gef li milîsên “Ceyş El-Îslam” xwar ku eger ên birîndar bimirin wê tola xwe ji wan hilînin.
Nûçegihan destnîşan kir ku pevçûn çend saetan dirêj kir û wiha dewam kir;
şêniyên gund ji ber tansiyona di navbera çeteyan de nikarin ji malên xwe derkevin. Ji lewra liv û tevgera giştî li gund kêm bûye.
Ev ne cara yekê ye ku di navbera milîsan de şer û pevçûn li ser dizî û talaniyê derdikevin. Herêma Efrîna dagirkirî rojane rûbirûyî pevçûnên milîsên dagirkeriya Tirkî tên.