AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku komîna sînema Avrîn amadekariyên taybet ên lidarxistina festîvala sînema ya navdewletî ku wê 21’ê vê heyvê dest pê bike, berdewam dike.
Komîteyên komîna sînema Avrîn li navîna kampa berxwedan li navçeya Fafînê ya Şehbayê, dika ku wê fîlm li ser werin nîşandan, amade dike.
Tê payîn ku wê di çend rojên pêş de avakirina dikê bi dawî bibe.
Hemwextî amadekariyên lojîstîk, komîn bi hevkariyê li gel komîteya perwerdeya civaka demokratîk KPC fîlmên ku dê werin nîşandan, werdigerîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku komîna sînema Avrîn heta niha fîlm ji 150 dewletî li dora cîhanê pêşwazî kirine.
Ji nava 22 hezar fîlmên ku hatine pêşwazîkirin, wê 58 fîlm li gorî hejmara rojên berxwedana serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê werin xelatkirin.
Festîval wê 21 Îlonê di roja aştiyê ya cîhanî de were destpêkirin.