AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, zeviyekî zeytûnan xwedî 700 dar destser kir û zevî jî yê welatiyê Kurd bi navê “Qadir Elûş” e.
Nûçegihan diyar kir ku “Elûş” berê li ba dadgehê ajokar bû û xwedî otomobîleke kevn bû ku ji xwe re li ser dixebitî.
Çekdarên milîsan berhemên zeytûnên wî beramberî 1400$ misoger kir(deman). Zeviyê şêniyên Kurd Elûş, li dawiya taxa Eşrefiyê li nêzîkî têketina bajarê Efrînê ye.
Milîsên dagirkeriyê bi armanca tengavkirina debara jiyanê ya Kurdan li Efrînê, zeviyên wan misoger dikin ango beramberî hinek pereyan ji bo salekê yan çend salan berhemên zeytûnan ji xwe re diçinin. Lê belê milîs lêçûnên erd wek avdan, ajotina erd û vedana daran di ber çavan re derbas nakin. Ji ber vê yekê her tim cotkar li zirarê ye. Mebest ji vê kiryara milîsan nêzîkî desteserkirinê ye û encam jî Kurdan ji herêmê bidin koçberkirin.
Misogerkirina erdan(demankirin) planeke nû ya dagirkeriyê ye ku milk û erdên Kurdan li herêmê talan bikin.
Di vê çarçoveyê de milîsan li navçeya Bilbilê li gorî hejmara darên zeytûnê yên her erdekî bac li ser cotkarên Kurd sepandin. Her wiha şênî neçarkirin ku zeviyên xwe bi deman(misogerkirin) bidin wan û eger razî nebû erdê xwe bi demane bide, nahêlin ku biçe nava erdê xwe bi bihaneya ku alîgirê Rêveberiya Xweser re yan jî berê tevlî nava erka xweparastinê bûbû.