Rêbendên milîsên dagirkeriyê cotkarên Kurd li Efrîna dagirkirî tengav dikin û bacan disepînin

AFRINPOST-Taybet

Rêbendên ewlehiyê yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi nêzîkbêna werza zeytûnan Kurdan tengav dikin û li ser cotkarên Kurd bacan disepînin.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku rêbendên ewlehiyê yên milîsên dagirkeriya Tirkî bacan li ser cotkarên ku diçin nava zeviyên xwe da ku bixebitin, disepînin û bi taybet rêrêbendên di navbera bajarê Efrînê û navçeya Mabetayê û wiha dewam kir;

Milîsên li ser van rêbendan li ser her kesê ku dixwaze biçe nava zeviyê xwe 1000 heyanî 2000 disepînin.

Nûçegihan da zanîn ku welatiyekî Kurd heta ku gihîşt nava erdê xwe li gundê Emara 10 hezar dan her wiha li vegerê jî derdora 10 hezarî dan heta ku gihîşt malê.

Siyaseta hêzên dagirkeriya Tirkî û Ixwanî derheqê herêma Efrînê de, aloziyên jîngehê û mirovî bi xwe re anîn. Li hemberî van sûcan jî civaka navdewletî ker û lal e. Di vê derbarê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan sûc û kiryarên dagirkeriya Tirkî şermezar dike û bang dike ku sînorek ji Tirkiyê û milîsên wê re werin danîn.

Related posts