AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên “polîsên sivîl” roja Pêncşemê 27’ê Tebaxê li gundê bajarokê Celemê yê navçeya hemleyeke binçavkirinê derheqê şêniyan de pêk anî û wiha dewam kir;
Yên hatin binçavkirin jî ev in; Mihemed Hesen Zerzorî /40salî/, Elî Hesen Zerzorî/30salî/, Kinco Subhî Kinco /35salî/, Fehid Elî Elî /35salî/
Milîsan ew bi bihaneya danûstandina bi Rêveberiya Xweser re bin çav kirin û piştî 3 rojan bi dayîna fidyeyê di navbera hezarî heyanî 2 hezar lîreyên Tirkî dan, berdan.
Di meha Tebaxê de binçavkirin û revandina şêniyan bi şêweyekî zêde pêk hat ku hejmara wan gihîşt 118 kesan.