AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ragihand ku desthilatên dagirkeriya Trikî bi mebest saetên dayîna avê ji bajarê Efrînê re kêm kirine.
Desthilatên Tirkî bi bihaneya ku meclisa xwecihî nikare lêçûnên fatûreyên avê bide şirketa kehrebeyê ya Tirkî saetên dayîna avê kêm kirine û wiha dewam dike;
Berpirsyarê Tirkî gefa rawestandina projeya avê eger meclisa xwecihî nikarî fatûreyên avê bidana, dixwe.
Ji aliyekî din ve şêniyên Efrînê yên resen ango Kurd bi temamî fatûreyên avê didin, lê belê 95% ji niştedagîran fatûreyên xwe nadin.
Li aliyê din jî dîsa xwelî li serê Kurdan e ku karmendên Kurd ên ku di şirketa avê de dixebitin ji du aliyan ve gefan dixwin. Ji aliyekî ve şirketa avê gefê li wan dixwe ku eger fatûreyên avê bi giştî kom nekin wê wan ji kar bavêjin û ji aliyekî din ve jî niştedagîr eger av li ser wan qut bibe yan lawaz bibe û tevî ku şirketa Tirkî bi avê kontrol dike gefê li wan dixwin.
Li gorî çavdêran armanca astengkirina karmendên Kurd ew e ku wan ji kar bidin derxistin û li şûna wan niştedagîr werin bicîkirin.
Desthilatên Tirkî avê bi zanabûn avê kêm dikin da ku gilî û gazincên niştedagîran li ser karmendên Kurd zêde bibin û di encamê de ji kar werin bidûrxistin.
Girêdayî siyaseta jikaravêtina Kurdan û erkdarkirina niştedagîran, nûçegihanê Afrinpostê 26’ê Tebaxê ragihand ku meclisa xwecihî ya dagirkeriya Tirkî 2 niştedagîr di şirketa avê de û 3 jî di şaredariyê de û yekî jimaryar erkdar kirin.