Afrinpost detayên destdirêjiya milîsên “El-Emşat”li keçeke Kurd aşkere dike

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên cuda hat agahdarkirin ku çekdarinan ji milîsên “Sultan Silêman Şah” ên ku bi navê “El-Emşat” naskirî ne, destpêka sala 2019’an destdirêjî li keçeke Kurd ya ji xwediyên pêwîstiyên taybet(mejîseqet) kir. Ew keça mejîseqet bi tena serê xwe li mala xwe ya li gundekî navçeya Şiyê dijiya.

Çavkaniyan diyar kirin ku çekdar li mala keça Kurd a 30 salî bi bihaneya pêşkêşkirina alîkariyê ji wê re dihewîn. Ji bo ku çekdar destdirêjiyê li keça mejîseqet bikin, bi kiryarekî genî, derdor dixapandin. Wan hebên xewker dixistin nava xwarinê da ku keçik li ber xwe nede û ti dengan dernexe. Piştî ku keçikê xwarin dixwar diket xeweke kûr ku heta sibehê şiyar nedibû. Di vê pêvajoyê de çekdaran bi dorveger têkiliyên seksî bi keçikê re çêdikirin.

Çavkaniyan teqez kir ku piştî bi çîroka wê hat axaftin lê zêde cîranan bala xwe danê ku zikê keçikê pif û ducanî bûye, xwîşka wê ya li Efrînê dijî, ew bir cem bijîşkekî da ku zarok ji ber bavêje. Keçik hê jî û heta dîroka nivîsandina vê raporê li gund dijî.

Ji ber tirsa xwediyên keçikê ji kiryarên çekdaran ên hovane, ew nebirin cem doktorê şer-î û ne jî derbarê vî sûcî de delîl kom kirin û pêkêşî dadgehên wan kirin. Wek tê zanîn ku qaşo dadgehên dagirkeriyê li ser sûc û bipêkirinên çekdarên milîsan û niştedagîran digirin ji ber vê yekê bi serbestî heqaretê li Kurdên li herêma Efrîna dagirkirî dikin.

Heta niha çîroka wê keçikê veşartî ye ku tenê nasên wê dizanin û li ser digirin da ku çekdar neyên û tolê ji malbat û keçikê hilneynin.

Piştî demekê Afrinpost bi vê çîrokê agahdar bû û da ku zirar negihêje keçikê û malbata wê her wiha navekî nexweş li ser wan dernekeve, tenê agahiyên derbarê çîrokê de parve dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku malpera Afrinpostê hemû agahiyên derbarê destdirêjiya ku li ser keçika mejîseqet hatiye kirin, dizane û ew amade ye deta û agahiyan bi rêxistinên mirovî yên peywendîdar re parve bike.

Navçeya Şiyê ji aliyê milîsên “Silêman Şah” ku bi navê “El-Emşat” naskirî ne, hatiye dagirkirin. Sermilîsê wan jî yê bi navê Mihemed El-Casim e û bi navê “Ebû Emşe” naskirî ye.

Sermilîs “Ebû Emşe” bi pêkanîna sûc û bipêkirinên wek dizî, sepandina bacan, kuştin û destdirêjiyê tê naskirin. Wî derheqê Kurdên ku li Efrînê mane heta niha bi sedan ji sûcan kiriye.

Wî ne tenê sûc derheqê Kurdan de kirine her wiha derheqê niştedagîran de jî kirine.

Mînaka herî nêz û balkêş jî destdirêjiya li ser jina bi navê Îsra Yûsif El-Xelîl(26 salî) ye ku sala 2018’an dîmenên wê gelekî li ser tevnên civakî hatin belavkirin.

Jina bi navê Îsra di bin zorê û gefa kuştinê de gelek caran ji aliy “Ebû Emşe” bi xwe hatiye tecawuzkirin.

Related posts