Efrîna dagirkirî bi rengekî fermî derbasî pirtûkên metiryalê yên Fransa dibin

AFRINPOST-Taybet

Di bin serenava: “ Kurd, neteweya bê dewlet” hikûmeta Fransa derbarê kurd û doza wan waneyek derbasî madeya Dîrok, Erdnîganî, jeopolîtîk û zanista siyasî kir.

Di waneyê de tê gotin ku Kurd neteweya herî mezin li cîhanê bê dewlet e. Serjimariya Kurdan digihêje 40 milyonî. Beşeke Kurdan ji bo serxwebûnê ji demeke dirêj ve tekoşîn dikin, lê belê dewletên ku parçeyên Kurdistanê lê dikevin, rê nadin Kurd bigihêjin serxwebûna xwe.

Li gorî waneyê hilweşîna Seddam û Sûriyê hêviyên Kurdan bi avakirina Kurdistana serbixwe mezin bûn.

Di waneyê de ev pirs derdikeve pêş: Gelo di nava dijberiyên ku li Rojhilata Navîn de rûdidin, pêkan e dewleteke Kurdî were avakirin?

Paragrafeke waneyê rola hêzên Kurdî di têkbirina Daiş’ê de tîne ziman.

Her wiha wane balê dikişîne ser dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ji Efrînê re û wiha dibêje: Em nikarin bêjin ku ji Adara 2018’an Efrînê dagirkirî ye, ne agahdar in. Herêma Efrînê ji aliyê komên cîhadîst ên Tirkiyê ve hate dagirkirin. Her wiha cîhadîstan mal û milkên wan dizî û talan kirin. Şêniyên Kurd bi armanca bi destxistina pereyan revandin. Kurdên li herêmê mane bê sedem bi dar vekirin.

Bi sedan ji sûcan li dijî Kurdên Efrînê bi armanca koçberkirina wan û guhertina demografîk pêk hatin.

ومن الأهمية بمكان التوقف لدى تقييم العدوان التركي على مناطق الكرد اعتباراً من عفرين، والتأكيد على النسبة العددية

Related posts