AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn kalemêrê Kurd bi navê Abdullah Ibrahîm Mihemed Elî ji bêtirî mehekê ve ji gundê Mareskê li ser daxwaza yê bi navê “Hac Subhî Kino” ku ji bajarokê Ezazê ye, revand.
Kalemêrê Kurd ê 53 salî ji gundê wî yê li navçeya Şera ya gundewarê Efrînê destpêka meha Tebaxê hat revandin û çekdarên milîsan ji malbata wî 3 milyon lîreyên Sûrî xwestibûn.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Şera ragihand ku kalemêr di zîndana Maratê de ya li nêzîkî bajarê Efrînê ye.
Derbarê revandina wî de nûçegihan da zanîn ku yê bi navê “Hac Subhî Kino” berî ku herêm were dagirkirin ango dema Rêveberiya Xweser ji şêniyê revandî Abdullah xwest ku xizmetî 400 darên zeytûnê yên niştedagîrê ji Ezazê li dorhêla gundê Mareskê bike û beramberî wê berhema zeytûnan şênî ji xwe re bibe û wiha dewam kir;
Tiştê ku nayê fêmkirin ku çima tevî Rêveberiya Xweser rê dida her kesî ku derbasî kantona Efrînê bibin, nedihat û xizmeta zeytûnên xwe nedikir.
Ev wate dike ku tiliya niştedagîr di dorpêç û topbaranên li ser herêmê wê demê hebû ku ji ber vê yekê nediwêrî bihata herêmê û xizmeta darên xwe bikira.
Niha û piştî ku herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkî û milîsên wê ve hat dagirkirin, yê bi navê “Subhî Kino kîna” xwe di serê şêniyê reben Abdullah de derdixe û li cem milîsên “Cebha El-Şamiyê” li wî gilî kir û got ku şênî berhema wî ya zeytûnan didizî, lê belê di rastiyê de wî bi xwe ji şênî xwest ku beramberî xizmetê berhema zeytûnan ji xwe re bibe.
Çavkaniyekê ji gundê Mareskê da zanîn ku eger ne ji şênî Abdullah bûya, darên zeytûnê yên Ezazî wê hişk bûbûna. Ew li beramberî qenciya Efrînî Abdullah, giliyê xwe dike û dide revandin.