AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku milîsên “Lîwa El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn 120 darên zeytûnê yên şêniyê koçber Mihemed Hebîb ji şêniyên gundê Qurnê yê navçeyê birîn.
Zevî li jêrî gundê Zarê dikeve û beşek ji êzingên wê firotin dikaneke bazirganiyê ya li taxa Eşrefiyê .
Her wiha heman milîsan 50 darên din ên zeytûnê yên welatiyê Kurd ê koçber Menan birîn. Zeviyê wî li bajarokê Bilbilê dikeve.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku xwîşka wî xwest bi rengekî qanûnî nêzîkî erd bibe lê belê milîsan ew ji nava erd revand û nehiştin nêzîkî darên zeytûnê bibe. Piştre milîsan bi zanabûn û bi giştî dar birîn û wek êzing firotin.