AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Mabetayê ragihand ku çekdarên milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Çarşemê, 2’yê Îlonê, 5 pîremêrên Kurd ji gundê Birîmce yê navçeyê bi bihaneya ku berê li gel Rêveberiya Xweser didan û distandin bin çav kirin û wiha dewam kir;
Pîremêrên binçavkirî ev in;
1- Neş-et Xelîl Henan
2- Arif Qaziqlî Ihmo
3- Es-ed Îbrahîm Mûrad
4- Mihemed Îbrahîm Mûrad
5-Mihemed Xelîl Henan
Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, milîsan pîremêrên birin navenda “polîsên leşkerî” û piştî li ser her yekî ji wan 800 lîreyên Tirkî hatin dayîn, milîsan ew berdan.