AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê roja Sêşemê ragihand ku milîsên dagirkeriya Tirkî sermilîsê “Ceyş El-Nuxbe” Xalid Zuhêr li gundê Emara ji zîndana milîsan a bajarokê Meydankê revand û wek bihane gotin ku ew ji zîndanê revî ye.
Milîsên “El-Nuxbe” di nava milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” de cihê xwe digirin.
Rêxistina mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku sermilîs li nêzîkî gundê Korda hatin girtin. Bi wî re 400 milyon lîreyên Sûrî û çiqasiyeke zêr di navbera 15-20 KG hat dîtin.
Yê bi navê “Xalid Ismaîl Zuhêr” ji gundewarê Idlibê ye. Di stûyê wî de gelek sûc hene ku 14 kes di dîrokên cuda de kuştine û li gelek cihan veşartine wek malan.
Her wiha destê wî di revandina keça Kurd a temen biçûk “Selwa Şaşo” de heye.
Lê zêde sûcên wek revandina welatiyan ji mêr, jin û heta zarokan.
Ji nava sûcên ku milîsên “Ceyş El-Nuxbe” kirine, revandina keça Kurd bi navê Melek Nebîh Xelîl ji şêniyên gundê Derwîş ê navçeya Şera ye. Milîsan ew di 23’yê Gulana 2020’an revandin û çarenûsa wê heta niha nediyar e.
Her wiha desteserkirina bi darê zorê li ser malên şêniyan ji wan desteserkirina mala welatiyê Kurd Xelîl Mistefa Seydo ye ku piştî desteserkirinê ji xwe re kirin navend. Piştre şênî Xelîl Hezîrana 2018’an revand û otomobîla wî ji cureya Sozokî jî desteser kirin.