Milîsên “polîsên sivîl” welatiyekî Kurd ji gundê Uga bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Sêşemê piştî nîvro şêniyekî Kurd bi navê Basil Mihemed(30 salî) li nêzîkî mizgefta Bîlal a taxa Eşrefiyê bin çav kir.

Şêniyê Kurd Basil ji gundê Uga yê navçeya Bilbilê ye. Ew zewicî û zarokekî wî heye.

Ji dema ku hatiye binçavkirin û heta niha çarenûsa wî nediyar e.

Di nava meta Tebaxê de revandina şêniyên Kurd li Efrînê bi rengekî zêde li ber çavan e. Armanca sereke ya revandina şêniyan jî, bidestxistina pereyan e.

Revandina şêniyan di çarçoveya şantajkirin û tengavkirina şêniyan de tê ku di encamê de Kurdan ji herêmê koçber bikin û guhertina demografîk pêk bînin.

Related posts