AFRINPOST-Taybet
Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan mislimnî roja Duşemê, 6 welatiyên Kurd ku bi bihaneya di dema rêveberiya xweser de derdiketina nobedariyê bin çav kirin û piştre bi dayîna ya bi navê “garantiya malî” berdan.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Cindirêsê ragihand ku milîsan welatiyên bi van navan berdan;
Kemal Mihemed Şêxo 80 salî
Ebid El-Rehman Xelîl Seydo 80 salî
Rustem Izet Rîhane 45 salî
Hemze Ehmed Reşo 45 salî
Ehmed Nebî Reşo 40 salî
Ew hemû ji şêniyên gundê Çûlaqa yê navçeyê ne û piştî ku pere dan, milîsan ew berdan.
Her wiha xortê bi navê Mihemed Farûq ê 23 salî jî, ji şêniyên gundê Amara yê navçeya Mabetayê hat berdan.
Mihemed Farûq jî roja Yekşemê 30’ê Tebaxê bi bihaneya tevlîbûna nava hêzên erka xweparastinê ya rêveberiya xweser û piştî dayîn pereyan hat berdan.
Di nava meha Tebaxê de revandin û binçavkirin gelekî zêde bû. Armanc jî ew ku pereyan bi bihaneyên cuda ji şêniyan bistînin û tengav bikin ku di encamê de wan ji herêma Efrîna dagirkirî koçber bikin û guhertina demografîk pêk bînin.
.