Derbarê termên ku li gundê Emara yê Mabetayê de hatine veşartin de, bêtir agahî derdikevin.

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” aliyê ewlehiyê li gundê Emara yê navçeya Mabetayê roja Şemiyê 29’ê Tebaxê radestî komeke nû ji milîsên “Ceyş El-Nuxbe” li gundê Şêxûtka kir.

Ev yek piştî ku li gund bi dehan ji sûcan bi lixwemukurhatinê hatin belgekirin, pêk hat.

Milîsên “polîsên leşkerî” lêpirsîn bi 13 çekdarên milîsên “Ceyş El-Nuxbe” ku gund kontrol dikin re çêkir û di encamê de ji wan 3 çekdaran li xwe mukurhatin ku wan 14 kes kuştin û li deverên cuda yên gundê Emara veşartin.

Milîsên “polîsên leşkerî” ranegihand ku ew term ên kê ne, lê belê tê tercîhkirin ku ew term ên çekdarên milîsan bi xwe ne, ew di encamên şerê tesfiyakirinê de hatin kuştin û li deverên cuda hatin veşartin. Di nava wan 14 terman de, 4 termên jinan hebûn ku ji ber kiryarên ne exlaqî hatin kuştin.

Di çarçoveya lêpirsînê de, xuya bû ku 3 ji kesên sûcdar bi sûcên revandin û kuştinê tawanbarkirî ne û ew jî yên bi navên; Xalid Zuhêr Ismaîl 29 salî ye, ji şêniyên Kefer Herma yê parêzgeha Idlibê ye. Ew sermilîsê çekdarên El-Nuxbe ye û qaşo lêpirsîner bû lê zêde du sermilîsên din bi navê Emîn û Hemewî hene.

Related posts