AFRINPOST-Taybet
Piştî ku li gundê Qîbarê yê bi ser bajarê Efrînê ve mayînek teqiya, roja Duşemê bi êvarê agirekî gur bi erdê herajê ket, milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn gund dorpêç kirin.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku êvara Duşemê li nava erdekî herajê yê gundê Qîbarê mayînek teqiya ku di encamê de û ji ber bilindbûna poileyên germahiyê agirekî gur pê ket. Û çawaniya teqîna mayînê nehat naskirin.
Nûçegihan teqez kir ku piştî agir gund hat dorpêçkirin.
Li gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê jî, milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” “ Rîcal El-Herb” bi serkêşiya yê bi navê “Ebû Mihemed” ku gund dagir kirine, roja Yekşemê 30’yê Tebaxê rê nedan ku şêniyên gund heyanî sê rojan biçin nava erdên xwe yên çandiniyê.
Li gorî çalakvanan ji ber ku welatiyekî razî nebû ku xertomê avê bide çekdarekî da ku sahrîca xwe ya avê dagire ku çekdar li welatiyê Kurd xist û di encamê de fermanek derxistin ku nabe şênî biçin nava erdên xwe.
Di vê çarçoveyê de, berî êvara Duşemê li derdora saet 7 û nîvan de û ji nişkave li çiyayê Hawarê agirek pê ket û rûpîvanên mezin dan ber xwe li nêzîkî gundê( Hesen Dêra, Şorbe, Sêmalka û Avrazê) rû da.