Sûcên kuştin û destdirêjiyê li bajarê Babê gelek zêde bûne

AFRINPOST-Taybet

Rewşa tevlihevî û binpêkirina ewlehiyê li herêmên ku Tirkiyê li bakur Sûriyê dagir kirine her ku diçe zêde dibin.

Di nava 48 saetên dawîn de 4 sûc pêk hatin ku ew jî 2 rewşên destdirêjî û 2 hewldanên serjêkirina xortekî ji bajarê Babê ne.

Çalakvanên xwecihî gotin ku yê bi navê “Xalid Mistefa” ku çekdarekî “Firqeya Sultan Mûrad” û cîgirê meclisa xwecihî ya Exterînê ye, roja Yekşemê 30’ê Tebaxê li bajarokê Exterînê yê gundewarê Ezazê destdirêjî li keçeke 12 salî kir.

Li gorî çavkaniyan, milîsên “Sultan Mûrad” malbata keçikê agahdar kirin ku ew berpirsyartiya sûcê derheqê keçikê de ranakin û ti têkiliyên wan bi yê bi navê “Xalid Mistefa” nîne. Piştre her du birayên keçikê çûn û li navenda milîsên “polîsên leşkerî” li Exterînê yê bi navê “Xalid Mistefa” kuşt.

Her wiha çekdarên nenas roja Duşemê xortê bi navê “Emar El-Şemerî” li bajarokê Şemarîn ê gundewarê Ezazê di hundirê siwareyê de kuşt û sedemên kuştinê nehatin zelalkirin.

Di çarçoveyeke din de milîsên “polîsên leşkerî” yên bi navê “Mihemed Yûsif El-Şehabî” û “Ibrahîm Kemal Cehreş” ku hewl dan xortê bi navê “Mihemed El-Hac Kermo” ji bajarê Babê beriya 2 rojan bikujin bin çav kirin. Berî ku werin binçavkirin hewl dan birevin Efrîna dagirkirî.

Related posts